Tîma Sûriyê ya Keçên jêr 17 salî bû qehremanê Rojavayê Asyayê
Welat TV - Hewlêr
Tîma Sûriyê ya Keçên jêr 17 salî bû qehremanê Rojavayê Asyayê yê topa pê û rola lîstikvanên Kurd di serkeftinê de mezin bû.
Duh lîstika dawiyê ya qehremaniya Rojavayê Asyayê di navbera Sûriyê û Libnanê de li welatê Urdinê bi rê ve çû.
Di wê lîstikê de, dema fermî ya lîstikê bi dawî bû û Libnan bi 2 golan li himber golekî li pêşiya Sûriyê bû, di xuleka 91ê de lîsikvana Kurd Beyan Eto a ji bajarokê Til Eranê yê Helebê bi lêdaneke rasterast ji dûriya nêzîkî 36 metreyan gola wekhevbûnê anî.
Demên zêdekir temam bûn û encama lîstikê 2 bi 2 bû û li dawiyê lêdanên penaltiyê lêdan, di wan lêdanan de parêzvana Tîma Sûriyê ya Kurd Mîdiya Şewket karîbû du lêdanan bigire û Sûriyê bi encama (4 – 3) bike şampyona Rojavayê Asyayê û xelata baştirîn parêzvan wergirt.
Di tîma Sûriyê de 7 lîstikvanên Kurd hebûn, 4 ji wan lîstikvanên Sereke bûn.