Parêzgeha Hesekê: Mayîn tên rakirin ji bo tevgera sivîlan berev Serê Kaniyê
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Ragihandina Hesekê da zanîn ku mayîn ji rojhilatê Serê Kaniyê ta Til Temirê tên rakirin ji bo vekirina rê li pêş tevgera sivîlan berev bajarê Serê Kaniyê.
Rêveberiya Ragihandina Hesekê diyar kir ku Wezareta Berevaniyê bi hemahingî li gel hêzên ewlehiya navxwe û hejmarek rêxistin, mayînan ji gundê Esediyê li rojhilatê Serê Kaniyê ta bajarê Til Temirê radike.
Li gorî Rêveberiya Ragihandinê, armanc ji rakirina mayînan ewlekirina deverê û vekirina rê ye li pêş sivîlan berev bajarê Serê Kaniyê.
21ê mehê, Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê Dr. Mistefa Ebdî di daxuyaniyeke taybet de ji Welat TV re dabû zanîn ku "karwanekî malbatên koçberkiriyên Serê Kaniyê di 4 rojên bê de dê vegere warê xwe”
Ebdî diyar kir ku "sedema derengetina proseya vegera koçberkiriyan, belavbûna paşmayên şer weke mayînan û hin pirsgirêkên ewlehî bû”.