Hesekê.. Hikûmetê rêbendek li nêzîkî gundê Beko danî
Welat TV - Hewlêr
Rêbendek li nîzîkî gundê Beko li gundewarê Hesekê hate danîn û hêzên ewlehiya navxwe yên Wezareta Navxwe li rêbendê cih girt.
Îro rêbendek li nêzîkî gundê Beko di navbera Hesekê û Qamişlo de hate danîn, ala Sûriyê li rêbendê hate bilindkirin û hêzên ewlehiyê lê cih girt.
Beriya niha di vê mehê de, rêbendên Ebyed û Panorama li Hesekê hatin çalakirin û niha hêzên ewlehiyê navxwe wan bi r ve dibin.
Li gorî ewlehiyê navxwe li Hesekê, ev rêkar dikevin di çarçoveya bihêzkirina amadebaşiya ewlehî, rêxistina tevgera çûnûhatinê û bilindkirina asta silametiyê li ser rêyan de.