Ewlehiya Navxwe: Me endamine DAIŞê li Helebê girtin
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku wan endamine DAIŞê li parêzgeha Helebê û berpirsekî êrîşên li dijî hêzên hikûmetê li berava Sûriyê girtin.
Ewlehiya navxwe îro da zanîn ku hêzên wê bi hemahingî li gel istixbaratên giştî endamine rêxistina DAIŞ a terorîst li Heleb û Babê girtin
Ewlehiya Navxwe diyar kir ku di hêzên wê her weha dest danîn ser embarên çek û teqemeniyan ên DAIŞê.
Fermandarê ewlehiya navxwe li Laziqiyê Ebdulezîz Ehmed jî da zanîn ku hêzên wan Ednan Dawûd berpirsê çandina mayînan li dijî hêzên hikûmetê li berava Sûriyê di Adara sala bûrî de girt.
Li gorî ewlehiya navxwe, ew ê her kesekî ku gefê li ewlehiya welatiyan û seqamgîriya deverê dixwe, bigirin û rêkarên yasayî dermafê wî de bistînin.