Rojnamevana Emerîkî: Karbirêkerê balyozxaneya Sûrî di revandina me de beşdar bû

Rojnamevana Emerîkî: Karbirêkerê balyozxaneya Sûrî di revandina me de beşdar bû

Welat TV - Hewlêr

Rojnamevana Emerîkî Lindsey Snell dibêje karbirêkerê balyozxaneya Sûriyê Mehemed Qenatirî di revandina wê de sala 2016an li Sûriyê beşdar bû.

Snell vîdyoyek belav kir, di wê vîdyoyê de, kesekî rûnixumandî diyar dibe, li gorî wê rojnamevanê, ew kesê rûnixamdî Mehemed Qenatirî ye dema ku di nava refên bereya Nusre de bû.

Ta niha balyozxaneya Sûrî li Emerîka tu daxuyanî derbarê vê yekê dernexistine.

 

 

Rojnamevana Emerîkî 26 Tebaxa 2026an li deverên bakurê rojavayê Sûriyê ji aliyê bereya Nusre ve hate girtin û piştî 2 hefteyan reviya Turkiyê û hikûmeta Turkiyê jî ew 2 mehan zîndan kir bi tometa derbasbûna devereke leşkerî.

Di Çileya bûrî de hikûmeta Sûriyê Mihemed Qenatirî weke karbirêkerê balyozxaneya Sûriyê li Emerîka destnîşan kir.