ENKS tawanên li Efrînê şermezar kirin: Divê tawankar werin sizadan
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî tawanên kuştinê yên li Efrînê (Çiyayê Kurmênc) şermezar kirin û da zanîn ku ew gefê li aştiya civakî dixwin.
Xwechiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku tawanên weke kuştina welatiyê bi navê Adil Ne´san ji gundê Şîtka û beriya wê kuştina welatiyê bitemen ê bi navê Mehemed Murad ji gundê Xelnêrê û lêdana li welatiyekî bitemen li navçeya Cindirêsê, fitneyê derdixin û gefê li aştî û seqamgêriya civakî dixwin.
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ew tawanên li dijî welatiyan bi tundî şermezar kirin.
Her weha bang li dezgehên ewlehî kir ku lêkolînan encam bidin ji bo girtina tawankaran û bicîkirina dadweriyê da ku ewlehî û aştî li tevahiya Sûriyê belav bibe û welatî bi azadî û rûmet bijîn.