Bi pêçandina ala Kurdistanê.. Adil Ne´san li Efrînê bi xakê hate spartin

Bi pêçandina ala Kurdistanê.. Adil Ne´san li Efrînê bi xakê hate spartin

Welat TV - Hewlêr

Welatiyê bi navê Adil Ne´san ê ji gundê Şîtka li Efrînê ku duh kuştî hatibû dîtin, bi pêçandina ala Kurdistanê bi xakê hate spasrtin.

Îro bi beşariya bi dehan kes Adil Ne´san li goristana gundê Şîtka yê navçeya Mabeta bi xakê hate spartin

Duh jî dema ku termî Adil li nava zeviyê wî li nêzîkî gundl Feqîra yê navçeya Cindirêsê hate dîtin, bi dehan kes ji xelkê gundê Şîtka li pêş mala wî kom bûn û nerazîbûna xwe da xuyakirin.

Welatiyan bang li aliyên peywendîdar kir ku lêkolîneke zelal di derbarê vê tawanê de bikin ji bo naskirina tawankaran û sizadana wan.

►Her weha bixwîne.. ENKS tawanên li Efrînê şermezar kirin: Divê tawankar werin sizadan