Agir bi pirêzeyên 8 gundan li Girkê Legê ket
Welat TV - Hewlêr
Agir îro bi rûbereke berfireh ji pirêzeyan li 8 gundên bi ser bajarê girkê Legê ve ket û hin mal şewitîn.
Agir ji pirêzeyên gundê Kortepanê dest pê kir û berfireh bû û bi pirêzeyên gundên Elwanka Şêxê, Elwanka Ezêm, Şêx Ibrahîmê, Helêq, Gulîce, Gerde mîkê û Qerxoyê ket.
Her weha agir derbasî nava hin malan jî bû, hin mal şewitîn û ziyan bi tenê madî bûn.
Xelkê wan gundan û otombîleke vemirandina agir rûbirûyî wan agiran bûn.
Agir her weha bû sedema bandorên xerab li ser hejmarek kesên bi bi nexweşiyên hanseyê.