Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê: Di demsala çinînê de 65 hezar donim zevî şewitîne

Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê: Di demsala çinînê de 65 hezar donim zevî şewitîne

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê amarên zeviyên ku di demsala çinînê de li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, şewitîbûn ragihandin û da zanîn ku 65 hezar donim şewitîne.

Rêveberê Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê Hayil Keleş ragihand ku 65 hezar donim ên genim û ceh şewitîne, ji wan 61 hezar donim ên genim û 4 hezar donim ên ceh in.

Hayil Keleş got jî: zeviyên ku şewitîne, bêhtir ji wan li deverên Zirgan, Dirbêsiyê, û Amûdê.

Rêveberê Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê da zanîn jî: Me hemû ziyanên ku gihştine cotakaran belge kirine, û em li gel rêxistinên navdewletî hewl didin ji bo qerebokirina cotakran.