Ziyanên mezin çêbûne.. Agir bi kargeheke şîpsan li ser rêya Minbic – Cerablus ket

Ziyanên mezin çêbûne.. Agir bi kargeheke şîpsan li ser rêya Minbic – Cerablus ket

Welat TV - Hewlêr

Agirekî mezin bi kargeheke şîpsan li ser rêya Minbic – Cerablus li gundewarê Helebê ket û hîn nehatiye kontirolkirin û ziyanên madî yên mezin çêbûne.

Îro agirekî mezin bi kargeheke şîpsan li ser rêya Minbic – Cerablus ket, beşekî mezin ji kargehê şewitî û ziyanên madî yên mezin gihiştin wê.

Rêveberiya Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan li Helebê da zanîn ku 3 tîmên wê li cihê bûyerê ne û hewl didin wî agirî kontirol bikin.

Rêveberiya Hwarçûnê diyar kir ku gelek hebûna hejmareke mezin ji boksan agir gur kiriye û tîmên wê hewl didin rê li pêş agir bigirin da ku derbasî beşên mayî nebe.