Efrîn.. Kenalên avdanê yên bendava Meydankê tên vekirin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ragihand ku tîmên wê dê kenalên avdanê yên bendava Meydankê vekin, û hişyarî da welatiyan ku melevaniyê di wan kenalan de nekin.
Desteya Giştî ya Avê ya ser bi Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ve da zanîn ku 30 û 31 vê mehê, kenalên avdanê yên bendava Meydankê dê werin vekirin ji bo peydakirina avê.
Desteyê got jî: Ev yek dê bibe sedema bilindbûna asta avê û bihêzbûna wê li nava kenalan de.
Desteya Giştî ya Avê ji welatiyan xwest ku di nava wan kenalan de melevaniyê nekin, û zarokan agehdar bikin bin da ku nekevin wan kenalan ji bo prastina jiyana wan.