Nêçîrvan Barzanî şehîdên enfalên Barzaniyan bi bîr anîn: Divê hikûmeta Iraqê wan qerebo bike

Nêçîrvan Barzanî şehîdên enfalên Barzaniyan bi bîr anîn: Divê hikûmeta Iraqê wan qerebo bike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera 43yan a Enfala barzaniyan de, şehîdên wê jînosaydê bi bîr anîn û bang li hikûmeta Iraqê kir ku hemû qurbaniyên rêjîma berê qerebo bike.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de da zanîn ku ew bi rêzgirtin 8 hezar şehîdên jînosayda li dijî Barzaniyan bi bîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî got jî: Enfala Barzaniyan û hemû hilmetên enfalê birîneke niştîmanî ya kûr e lê viyana gelê Kurdistanê bi hêz kir di man û bervaniya di ber mafên xwe de.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê hikûmeta Iraqê kesûkarên qurbaniyên enfalan û yên hemû qurbaniyên rêjîma berê qerebo bike.

Nêçîrvan Barzanî her weha tekez kir ku divê êşên karesatan bûrî bibin wane ji bo pêşerojê û bihêzkirina çanda hevqebûlkirinê da ku rêzgirtina hevbeş, lehevtêgihiştin û aştiya domdar hemû pêkhateyên Iraqê bigihîne hev.