Mesrûr Barzanî di salvegera enfala Barzaniyan de: Bi rêzgirtin hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 43yan a Enfala Barzaniyan de ragihand ku ew bi bi rêzgirtin şehîdên Enfalan û hmû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û banga qerebokirina kesûkarên şehîdan kir.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got ku jînosayda bi hezaran Barzaniyên bêsûc yek ji xerabtirîn tawanên rêjîma Iraqê ya berê ye.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku ew bi rêzgirtin şehîdên Enfalan û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.
Serokê Hikûmet Herêma Kurdistanê got ku divê hikûmeta Iraqê kesûkarên qurbaniyên enfalan û yên hemû qurbaniyên rêjîma berê qerebo bike.
Mesrûr her weha got ku divê gelê Kurdistanê tawan ji bîr neke û ji destkeftên xwe yên netewî û niştîmanî danekeve.