Serok Barzanî Şehîdên enfala Barzaniyan bi bîr anîn: Divê gelê Kurdistanê were qerebokirin

Serok Barzanî Şehîdên enfala Barzaniyan bi bîr anîn: Divê gelê Kurdistanê were qerebokirin

Welat TV - Hewlêr

Serok Barzanî şehîdên enfala Barzaniyan bi bîr anîn û got ku divê hikûmeta Iraqê gelê Kurdistanê li ser tawanên di sedsala bûrî de qerebo bike.

Serok Barzanî di daxuyaniyekê de îro da zanîn ku tawana enfala Barzaniyan beşeke ji zincîrek tawanên rêbazkirî li dijî gelê Kurdistanê ji bo tunekirina wî.

Daxuyanî got jî rêjîma berê ya Iraqê 8 hezar Barzanî bi behaneyên bê bingeh enfal kirin ji ber ku ew Kurd in.

Serok Barzanî da zanîn: Cihê mixabiniyê ye ku ta niha birînên enfal û jînosydên li dijî gelê Kurdistanê çareser nebûne.

Daxuyaniyê tekez kir ku divê hikûmeta Iraqê gelê Kurdistanê li ser tawanên di sedsala bûrî de qerebo bike.