Dr. Mihemed Tirko: Em danpêdanê bi bawernameyên Herêma Kurdistanê dikin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Dr. Mihemed Triko ragihand ku ew danpêdanê bi bawernameyên ku xwendevanên Sûrî yên penaber li Herêma Kurdistanê û welatên din wergirtine, dikin û diyar kir ku wan rêkar standine ji bo asankirina tevlîkirina mamoste û xwendevanên vegeriyayî di nava sîstema xwendinê de li Sûriyê.

Dr. Mihemed Tirko, 30 Tîrmeha 2026an di çarçoveya beşdariyê di Korbenda Perwerdeyê ya Kurdistanê de, di daxuyaniyeke taybet de ji Welat TV re got ku ew danpêdanê bi bawernameyên ku xwendevanên Sûrî yên penaber li Herêma Kurdistanê û welatên din wergirtine, dikin.

Triko tekez kir jî ku Wezareta Perewerdeyê ya Sûriyê hemû asankariyên pêwîst pêşkêş dike ji bo tevlîkirina wan xwendevanan di nava saziyên xwendinê de.

*Doseya mamosteyan

Derbarê doseya mamosteyan de, Tirko diyar kir ku wan biryarek derxistiye ji bo vegerandina hemû mamosteyên ku di şoreşa Sûrî de ji kar hatibûn dûrxistin, di nav wan de yên ku ji Herêma Kurdistanê, Libnan û Turkiyê.

*”Zimanê Kurdî li Sûriyê tê xwendin”

Li ser xwendina zimanê Kurdî li Sûriyê, Dr. Mihemed Tirko got ku waneyên bi zimanê Kurdî dê li deverên Kurdî werin xwendin li gorî mersûma serokatiya Sûriyê ya jimare /13/.

*Korbenda Perwerdeyê ya Kurdistanê

Duh 30 Tîrmehê, karên Korbenda Perwerdeyê ya Kurdistanê bi beşdariya pispor, şêwirmend û berpirsên perwerdeyê ji gelek welatan dest pê kir û hîn berdewam in, tê de nêrîn û ezmûnan derbarê pêşxistina karta xwendinê bi hev tên guhertin.

28ê mehê, Mihemed Tirko bi serdaneke fermî gihişt Hewlêrê ji bo beşdariyê di Korbenda Perwerdeyê ya Kurdistanê de.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ragihandibû ku serdana Tirko bo Herêma Kurdistanê dikeve di çarçoveya bihêzkirina hevkariyê di warê perwerde û xwendinê de, û bihevguhertina ezmûnan û behiskirina asoyên hevkariya hevbeş de.