Mehmûd Cemîl: 500 malbatên Serê Kaniyê di heftiya bê de vedgerin

Mehmûd Cemîl: 500 malbatên Serê Kaniyê di heftiya bê de vedgerin

Welat TV – Hewlêr

Berdevkê Komîteya Koçberkiriyên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl got, di qonaxa yekem de 500 malbatên Serê Kaniyê vedgerin cih û warên xwe û vegera wan di heftiya bê de ye.

Cemîl ji Welat TV re ragihand ku Şanda Tîma Serokatiya Sûriyê lîsteyek bi navê 500 malbatên Serê Kaniyê radestî Komîteya Koçberkiryên Serêkaniyê kiriye, ku ev lîste malbatên ji gundên di navbera Til Temir û Zirganê û xelkê gundên Başûrê Serê Kaniyê li xwe digire.

Li gor Mehmûd Cemîl, 140 malbat ji navenda bajarê Serê Kaniyê û taybet ji herdu taxên Mehete û Ibre di qonaxa yekem de vedgerin ser malên xwe.

Berdevkê Komîteya Koçberkiriyên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl tekez kir ku vegera malbat bo ser cih û warên xwe di vê heftiyê de dest pê dike.