Wezîrên Berevaniyê yên Sûriyê û Turkiyê pêşhateyên herêmî gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrên Berevaniyê yên Sûriyê û Turkiyê di pêwendiyeke telefonî de pêşhateyên herêmî gotûbêj kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand, Murhef Ebû Qesre pêwendiyeke telefonî li gel hevşanê xwe Yeşar Guler Encam da.
Di pêwendiyê de dawîn pêşhateyên herêmî hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan nêrînên xwe derbarê hejmarek doseyên hevbeş bi hev guhertin.
Di pêwendiyê de rêyên bihêzkirina hevkarî û hemahingiyê di navbera Sûriyê û Turkiyê de hatin gotûbêjkirin.