Mayînên di navbera Zirgan û Til Temirê de têne rakirin

Mayînên di navbera Zirgan û Til Temirê de têne rakirin
Mayînên di navbera Zirgan û Til Temirê de têne rakirin

Welat TV - Hewlêr

Proseya rakirina mayînan di navbera Zirgan û Til Temirê dest pê kir.
 
Îro Yekşemê, tîmên rakirina mayînan dest bi pakirina  devera di navbera Zirgan û Til Temirê de ji mayînan kir ji bo xweşkirina rê li pêş vegera koçberkiriyên Serê kaniyê.

Ev demeke tîmên rakirina mayînan kar li ser rakirina mayînan di navbera Til Temir û Serê Kaniyê de dikir.

Duh jî Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê ji Welat tv re rahihandibû ku di vê heftiya de piroseya vegera koçberkiriyên Serê Kaniyê dest pê dike û di qonaxa yekemîn de zêdetirî 500 malbatî dê vedigerin.