Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Şamê dike û li gel Ehmed Şeri´ dicive
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Şamê dike û li gel Serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ dicive.
Jêdereke taybet û berpirsyar ji Herêma Kurdistanê îro ji Welat TV re da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Şamê dike û li gel Ehmed Şeri´ dicive.
Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Sûriyê de peywendiyên dualî û çawaniya pêşxistina wan tên gotûbêjkirin.
Her weha behsa rewşa Kurdan li Sûriyê û beşdariya wan di hikûmeta veguhêz de tê kirin.
Piştî hilweşandina rêjîma Esed, peywendî di nabvbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de vegeriyan û Herêma Kurdistanê navbênkarekî sereke bû ji bo rawestandina şerê di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de.