3 welatî bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Minbic - Helebê

3 welatî bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Minbic - Helebê

Welat TV - Hewlêr

3 welatî bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Minbic - Helebê, 2 kesan canên xwe ji dest dan û yek bi giranî birîndar bûye.

Îro di bûyereke çûnûhatinê de, di navbera otombîl û motorsîklekî de, li ser rêya Minbic - Helebê, herdu siwarên motorsîklê canên xwe ji dest dan (yek ji wan ji Minbicê ye û yê din ji Idlibê ye).

Ajokarê otombîlê jî ku ji Kobaniyê ye bi giranî birîndar bûye û bo nexweşxaneyeke Minbicê hate veguhestin.

Rewşa tendirustî ya ajokarê otombîlê ne cîgir e û di bin çavdêriyê de ye.
 
Ji destpêka salê ve, bi sedan bûyerên çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çêbûne, tê de bi sedan kes bûne qurbanî, ajotina bilez û rewşa xerab a rêyan ji sedemên sereke yên wan bûyeran in.