Serok Barzanî: Rewşa ne yasayî ya Şingalê dirêj nake û divê Êzidî vegerin ser zêdê bavên xwe
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî tekez kir ku Êzidî ji ber Kurdbûn û resenatiya xwe rastî cîosaydkirinê hatin.
Serok Barzanî di peyamekê de got, Ew tawana ku terorîstên DAIŞê berya 12 salan li dijî xwişk û birayên Êzidî encam da, dê bimîne birîneke kûr di bîra Kurdistaniyan de heta heta.
Serok Barzanî diyar kir, Êzidî ji ber Kurdbûn û resenatî û bîrûbaweriyên olî rastî kîn û reftarên ne mirovî yên terorîstên DAIŞê û cîosaydkirinê hatin. Ew tawana li ser destê DAIŞê li Şingalê hatî encamdan, dirêjahî bû bi zincîra karesat û komkujî û tawanên di dirêjahiya dîrokê de li dijî gelê Kurdistanê.
Serok Barzanî diyar kir, Di salvegera 12an a wê karesatê de, silav bo giyanê şehîd û qurbaniyan, û silav bo dilêrî û çavnetirsiya wan pêşmergeyên qehreman ku li çiyayê Şingalê xweragir bûn û nehiştin terorîst bigihinê. Silav bo wefa û qehremaniya hemû pêşmergeyên ku ji bo şikandina dorpêçî ji ser çiyayê Şingalê û azadkirina bajêr, xwîna xwe bexşî, û efsaneya DAIŞê şikand.
Serok Barzanî got jî, spas bo hemû kesên serberz ên Kurdistanê ku weke yek laş hevsoz û hevxemê bira û xwişkên xwe yê Êzidî bûn, û spasî û rêz bo Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku xwedî roleke giring bûn di piştgiriya Pêşmerge û têkşkandina terorîstan de.
Serok Barzanî tekez kir, Bi hemû karînekê piştgiriya xwestek û daxwazên wan dikim, û bang li wan dikin ku ji bo gerentîkirina pêşerojeke geş, yekrêz bin.
Serok Barzanî di dawiyê de got, Bê guman ev rewşa ne yasayî ya li ser Şingalê hatî spandin dirêj nake û divê Êzidî bi serberzî vegerin ser zêdê bav û bapîrên xwe û werine qerebokirin.