Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya Sûriyeyeke seqamgîr dikin ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî û seqamgîr dikin ku tê de mafên hemû pêkhateyên netewî û olî parastî bin.
Nêçîrvan Barzanî ev yek îro di daxuyaniyekê de piştî civîna xwe li gel serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ ragihand û diyar kir ku derfeteke dîrokî li pêş Sûriyê heye ji bo dubare avakirin û geşepêdanê.
Serokê Herêma Kurdistanê got ku wî baweriya xwe bi nerîna Ehmed Şeri´ derbirand û jê re tekez kir ku Sûriyê bi serkirdayetiya wî dikare berev seqamqîrî, pêşketin û pêşerojeke geştir ji hemû pêkhateyên xwe re biçe.
Nêçîrvan Barzanî her weha tekezî li ser giringiya rola erênî ya Sûriyê di bihêzkirina aştî û ewlehiyê de li deverê kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku gelek berjewendiyên hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê de hene û derfet hene ji bo berfirehkirina hevkariya abûrî.