Serokatiya Sûriyê: Şeri´ û Nêçîrvan Barzanî peywendiyên dualî û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin

Serokatiya Sûriyê: Şeri´ û Nêçîrvan Barzanî peywendiyên dualî û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Serokatiya Sûriyê ragihand ku serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyên dualî û pêşhatên herêmî gotûbêj kirin.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de îro got ku Ehmed Şeri´ û Nêçîrvan Barzanî li Koşka Gel li Şamê civiyan.

Daxuyaniyê da zanîn ku di civînê de peywendiyên dualî û çawaniya bihêzkirina hevkarî û hemahingiyê hatin gotûbêjkirin, nexasim di warê abûrî de.

Serokatiya Sûriyê diyar kir ku pêşhatên deverê û hejmarek dozên hevbeş jî hatin gotûbêjkirin ji bo bihêzkirina ewlehî, seqamgîrî û hevkariya herêmî.

►Her weha bixwîne.. Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya Sûriyeyeke seqamgîr dikin ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin