Şeri´ bi zimanê Kurdî spasiya Herêma Kurdistanê dike

Şeri´ bi zimanê Kurdî spasiya Herêma Kurdistanê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehemed Şeri´ bi zimanê Kurdî spasiya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku wî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêyên bihêzkirina hevkariyê gotûbêj kirin.

Ehmed Şeri´ piştî bi dawîbûna civîna wî û Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de li ser tora ”X” da zanîn ku wî îro pêşwazî li birayê xwe yê hêja Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Şeri´ got ku wan di hevdîtinê de behsa peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên gelên herdu welatan bike.

Ehmed Şeri da zanîn jî ku ew mêvandariya Herêma Kurdistanê di salên bûrî de ji xelkê Sûriyê re, bilind dinirxînin.

 

 

Îro Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihişt Şamê û li gel Ehmed Şeri´ civiya, di civînê de tekezî li ser Sûriyeyeke seqamgîr ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin hate kirin.

►Her weha bixwîne.. Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya Sûriyeyeke seqamgîr dikin ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin