Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şeri´ tekezî li ser parastina mafên pêkhateyan li Sûriyê kir
Welat TV - Hewlêr
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ de li Şamê tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyan hatiye kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şeri´ peywendiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin û tekezî li ser giringiya berfirehkirina asoyên hevkariya hevbeş di hemû waran de kir, nexasim warê abûrî.
Daxuyaniyê diyar kir ku nêrîn derbarê pêşhatên deverê bi hev hatin guhertin û herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina ewlehî û seqamgîriyê, berfirehkirina warên hevkariya herêmî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ku di civînê de her weha tekezî li ser misogerkirina mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de kir.
Daxuyaniyê da zanîn ku serokê Sûriyê spasiya Herêma Kurdistanê li ser hembêzkirina penaberên Sûrî di salên şer de kir, her weha tekezî li ser rola giring ya Herêma kurdistanê kiriye û serokê Herêma Kurdistanê rola Şeri´ di pêşketina Sûriyê di warên cuda de û rola Sûriyê ya bibandor li ser astên herêmî û navdewletî bilind nirxandin.
►Her weha bixwîne.. Şeri´ bi zimanê Kurdî spasiya Herêma Kurdistanê dike