Reuters: Sûriyê li ser daxwaza Emerîka hawirdekirina petrolê ji Rûsiya kêm dike
Welat TV - Hewlêr
Sûriyê li ser kêmkirina hawirdekirina petrolê ji Rûsiya erê kiriye da ku Emerîka sizayên mayî ji ser wê rake û wê ji lîsteya welatên piştevan ji terorê re derxe.
Ajansa Reutersê ev yek îro li ser zarê 3 jêderên Sûrî veguhest û diyar kir ku bepirsine Sûrî Emerîka agehdar kiriye ku ew amade ne hawirdekirina petrolê ji Rûsya kêm bikin.
Li gorî wan jêderan, Emerîka kêmkirina hawirdekirina petrolê ji Rûsiya nekiriye mercekî fermî ji bo derxistina Sûriyê ji lîsteya welatên piştevan ji terorê re, lê wê ji Şamê xwestiye ku hawirdekirina petrolê ji Rûsiya bi rêjeyeke mezin kêm bike.
Ev yek tê di demekê de, ku petrola ji Rûsiya digihe Sûriyê ji destpêka salê ve bi rêjeya 75% zêde bûye û digihe derdora 760 hezar bermîlî rojane.
►Her weha bixwîne.. Rimêlan.. Kompaniya Sûrî ya Petrolê û kompaniya KHN rêkarên radestkirina zeviyên petrolê gotûbêj kirin