Kompaniya Sûrî ya Petrolê û kompaniya HKN zeviyên petrolê li Rimîlan pêş dixin

Welat TV - Hewlêr

Kompaniya Sûrî ya Petrolê û kompaniya HKN a Emerîkî pilan danîne ji bo pêşxistina zeviyên petrolê li Rimêlanê û kêmkirina bandorên xerab ên derxistina petrolê bi awayekî destpêkî di salên bûrî de.

Ev yek di çarçoveya gera serokê bicîkar ê Kompaniya Sûrî ya Petrolê û serokê bicîkar ê kompaniya HKN li rêveberiya zeviyên petrolê yên Hesekê li bajarê Rimêlanê de hate ragihandin.

Cîgirê serokê bicîkar ê Kompaniya Sûrî ya Petrolê Welîd Yûsif ji nava zeviyên Rimêlanê da zanîn ku armanc ji serdanê danîna pilanan ne ji bo pêşxistina zeviyên petrolê li westgeha Rimêlan û derdora wê.

Beriya niha, jêderekê ji Welat TV re dabû zanîn ku herdu kompaniyan rêkeftinek îmze kiriye ji bo weberhênanê li zeviyên petrolê yên Rimêlanê bo heyama 25 salan.

Li gorî wê jêderê, dibe ku kompaniya Emerîkî petrola zeviyên Sersing ên li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê, ku weberhênanê li wan zeviyan jî dike, veguhêze Rimêlanê û piştre bi rêya wê hêlê veguhêze bendera Banyasê.