Trump: Danûstandinên bi Îranê re baş in û tengava Hurmizê tê vekirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump ragihand ku danûstandinên wan li gel Îranê baş in û tengava Hurmizê di demeke nêzîk de tê vekirin.
Donald Trump îro da zanîn ku eger Îran vekirina tengava Hurmizê red bike ew ê rastî êrîşeke mezin were.
Li gorî Trump, danûstandinên wan bi Îranê re baş in û aliyê Îranî dixwaze bigihe rêkeftinekê.
Donald Trump got jî: Tengava Hurmizê di demeke nêzîk de tê vekirin û eger neyê vekirin, Îran rastî êrîşeke mezin tê û piştre tê vekirin.
Trump da zanîn jî: Nabe Îran bibe xwedan çekên etomî û her rêkeftinek di pêşerojê de dê gerentiyên fermî di vê derbarê de li xwe bigire.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Ismaîl Beqayî ragihand ku welatê wî di dema niha de danûstandinan bi Emerîka re nake.