Şaxê Banka Navendî ya Sûrî li Hesekê ji bo bihevguhertina diravan hate vekirin
Welat TV - Hewlêr
Şaxê Banka Navendî ya Sûrî li Hesekê ji bo guhertina diravên nû bi yên kevin re hate vekirin.
Parêzgeha Hesekê da zanîn ku îro dergehên şaxê Banka Navendî ya Sûrî li Hesekê hatin vekirin ji bo bihevguhertina diravên nû bi yên kevin re hate vekirin.
Bi vekirina şaxê Banka Navendî re li Hesekê bi sedan kes berê xwe da avahiya bankê ji bo guhertina diravên nû bi yên kevin re û qerbalixiyeke zêde çêbû.
Şeva bûrî, Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê Sefwet Reslan di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bihevguhertina diravên nû bi yên kevin re bi rêya şaxên Banka Navendî û navendên saziya Sûrî ya postê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê ta 20 Tebaxê dirêj kir.
Biryara Banka Navendî di demekê de ye, ku nerazîbûneke berfireh li hersê parêzgehan derbarê mîkanîzma bihevguhertina diravan derketine û xelk banga berfirehkirina proseyê û navendên bihevguhertinê dikin.