SPC û HKN bilezkirina dubare çakirina zeviyên Rimêlanê gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Kompanya Sûrî ya Petrolê SPC û kompaniya HKN bilezkirina dubare çakirina zeviyên Rimêlanê gotûbêj kir.
Serokê Bicîkar yê Kompaniya Sûrî ya Petrolê Yûsif Qebelawî da zanîn ku ew li Şamê li gel Serokê Bicîkar yê Kompaniya HKN a Emerîkî Mark Rolînz civiya.
Di civînê de, bilezkirina bicîkirina programa dubare çakirina zeviyên Rimêlan û pêşxistina kargeha Xazê ya Siwêdiyê, û pilanên bihêzkirina berhemanînê bi rêya çakirina bîran û kolana bîrên nû, hatin gotûbêjkirin.
*"Girêbest li ser sê qonaxan e"
Sêşema bûrî, herdu aliyan gereke meydanî li zeviyên Rimêlanê encam da, di kongireke rojnamevanî de, Serokê Bicîkar yê Kompaniya Sûrî ya Petrolê ragihand ku girêbesta wan sê qonaxan li xwe digire ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê û dubare çakirina zevî û bîran.
Di Hezîrana bûrî de Kompanya Sûrî ya Petrolê û HKN a Emerîkî girîbesteke 25 salî îmze kiribû.