Bû 490 LS.. Nirxê kîloya mirîşkan li Dêrikê nêzîkî dolarekê bilind bûye
Welat TV - Hewlêr
Nirxê kîloya mirîşkan li Dêrikê nêzîkî dolarekê bilind bûye û bû 490 Lîreyên Sûrî.
Îro li bazara Dêrikê kîloya mirîşkan bi 490 Lîreyên Sûrî tê firotin wate bi derdora 4 dolarên Emerîkî.
Li gorî jêderên xwecihî, rawestandina hawirdekirina mirîşkan û nebûna cîgiriyê di nirxê Lîreya Sûrî hember dolar de ji sedemên bilindbûna nirxan in.
Dawiya meha bûrî nirxê mirîşkan li bazara Dêrikê bi 400 Lîreyên Sûrî bû wate derdora 3.25 dolarên Emerîkî bû.
Ne tenê nirxê mirîşkan, nirxê piraniya kelûpelên sereke yên jiyana rojane li Dêrikê bilind in û ne li gorî karînên welatiyan in û ev yeke bandoreke xerab li wan dike.