Efrîn.. Ciwanekî di ava Reş de canê xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî ji Çiyayê Kurmên (Efrîn) di ava Reş a navçeya Raco de xeniqî û canê xwe ji dest da.
Duh, ciwanê Kurd ê bi navê Şêxo Mustefa li ava Reş a navçeya Raco ya Çiyayê Kurmênc (Efrîn) xeniqî.
Şêxo bi serdan ji Helebê hatibû Efrînê û dema avjenî dikir xeniqî û termê wî ji avê hate derxistin.
Şêxo Mustefa di dezgeha ewlehiya rêyan de kar dikir û ji gundê Çopana yê Efrînê ye.
Beriya 2 rojan jî, ciwanek di gola Meydankê de li Efrînê xeniqî, bi hatina havînê re, rewşên xeniqînê di çem û golên avê de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zêde bûne û bi dehan kes bûne qurbanî.