Ji destpêka salê ve.. 157 sivîl bûne qurbaniyên êrîşan li Bakur Rojavayê Sûriyê

Ji destpêka salê ve.. 157 sivîl bûne qurbaniyên êrîşan li Bakur Rojavayê Sûriyê

Welat TV – Hewlêr

Dezgeha Berevaniya Sivîl a Sûrî bi sedan êrîş li devera Bakur Rojavayê Sûriyê belge kirin.

Roja Çarşemê, Berevaniya Sivîl di raportekê de ragihand, ji destpêka salê ve, tîmên wê 337 êrîş li Bakur Rojavayê Sûriyê belge kirine.

Diyar kir, ji destpêka salê ve ta dawiya Nîsanê, 27 sivîl di nav wan de 8 zarok û 6 jin hene di êrîşên rêjîma Sûrî, Rûsiya û HSDê de hatine kuştin serbarî birîndarbûna 130 sivîlî.

Raportê amaje kir, ev êrîş êş û azarên sivîlan zêde dikin di demekê de ye ku civaka navdewletî bi berpirsyaretiya xwe di sizakirina encamderên van êrîşan de ranabe.

Berevaniya Sivîl tekezî li ser girîngiya danîna sînorekî ji van êrîşan re û misogerkirina parastina sivîlan li gorî peymanên taybet û biryara 2254 kir.