Efrîn.. Gelek malbatên vegeriyayî di rewşên zehmet de li kampekê dijîn
Welat TV - Hewlêr
Di Tîrmeha Bûrî de dawîn karwanên koçberkiriyên Efrînê vegeriya cih û warê xwe, lê bi vegerê jî rewşa gelek malbatan hîn çareser nebûye.
Di kampekê de li navçeya Mabata hejmarek malbatên ku ji Hesekê vegeriyane niştecî bûne.
Malbat gazinan dikin û dibêjin aliyên pêwendîdar û rêxistinên mirovî ew paşguh kirine û li rewşa wan nanerin.
Koçberkiriyeke vegeriyayî bi navê Zêneb Xoxe diyar kir ku wan pêdiviyên sereke divin, û ew neçar dibin kelûpelên xwe ji dukanan bi deyn bikirin.
*55 malbat li kampê ne
Li gorî rêveberiya kampê, 55 malbatên Kurd û Ereb hene û ew bi tena xwe karûbarên wê bi rê ve dibin.
Rêveberiya Kampê da zanîn jî: "Tu aliyek nayê û li rewşa me û nişteciyan napirse. Xwediyên pêdiviyên taybet, nexweş, zarok û bitemen hene, û tevî vê yekê kes seredana me nake".
Kampa li Mabata sala 2021 ji bo koçberên Ereb hatiye avakirin, gelek malbatên ku vegeriyane û malên xwe ji dest dane xwe lê girtine. Ew malbat Bang li aliyên pêwendîdar dikin ji bo dîtina çareseriyekê da ku bikaribin jiyaneke bi rumet û aram bijîn.