Kombenda Hevdestî: Koçberkirî dixwazin vegerin Serê Kaniyê lê girêdayî hin mercan e
Welat TV - Hewlêr
Kombenda Hevdestî di raportekê de behsa astengiyên li pêş vegera koçberkiriyên Serê kaniyê kir û diyar kir ku ev raport piştî rapirsînekê li gel bêtirî 600 koçberkirî hatiye amadekirin.
Li gorî raportê, piraniya koçberkiriyan dixwazin vegerin lê biryara vegerê girêdayî hin mercan e, ji wan hebûna jîngeheke ewleh, parastina mafan û vegerandina mal û milkan.
Li gorî raportê, amadekirina mercên pêwîst ji bo vegerê ji çareserkirina metirsiyê ewlehiyê ji girtin, tolvekirin û belavbûna mayînan dest pê dike.
Kombenda Hevdestî, bang li aliyên pêwendîdar kir ku maf û pêdiviyên koçberkiriyan di serê programên girêdayî vegerê de bin.
►Her weha bixwîne.. Vegera koçberkiriyên Serê Kaniyê hate paşxistin "648 malbat in"