17 sal di ser koça dawî ya hunermend Aram Tîgran re derbas dibin
Welat TV - Hewlêr
Îro 8ê Tebaxa 2026an, 17 sal di ser koçbarkirina hunermend Aram Tîgran re derbas dibin ku bi saz û zimanekî Kurdî resen êşa miletê Kurd veguhestiye.
Hunermend Aram Tîgran di sala 1934an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû, ji malbateke Ermenî ku ji sala 1928an ve ji ber fermana Osmaniyan dijî miletê Ermen xwe li Qamişlo girtibû.
Ji biçûkaniya xwe ve fêrî stran û awazê bû û destpêka wî bi amûra ûdê bû û paşê ji cimbişê hez kir û di demeke kurt de di jenîna wê de gavên pêşketî avêtin.
*Stranên Şev Çû û Ey Dîlberê
Yekem Strana Aram Tîgran ji peyv û awazên bavê wî bûn, tevî gotina hin stranên folklorî yên Kurdî û Ermenî, pişt re strana Şev Çû ya helbestvan Ceger Xwîn û strana Ey Dîlberê gotin û zû belav bûn û bi wan navdar bû.
*Radyoya Yerîvanê
Di sala 1966an de berê xwe da Ermînyayê û di 67an de tevlî radyoya Yerîvanê bû û li wir hunermendên strana Kurdî ya resen mîna Kerapêtê Xaço nas kirin.
Piştî demeke dirêj li radyoya Yerîvanê berê xwe da Ewropayê û di sala 1995an de li Esîna paytexta Yûnanê niştecî bû.
Bi sedan stranên Kurdê gotine û helbestên helbestvanên navdar Mîna Ceger Xwîn, Seydayê Tîrêj û Seydayê Keleş, û bi dehan stran ji gotin û awazên wî bi xwe ne.
*Koçbarkirin
Hunermend Aram Tîgran piştî demeke dirêj ji xizmeta strana Kurdî, di 8ê Tebaxa 2009an de di encama kirîzeke dil de koça dawî kir, û li Bruksila paytexta Belcîkayê bi xakê hat spartin.