Sibe yekem karwanên koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigere

Sibe yekem karwanên koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigere

Welat TV - Hewlêr

Sibe yekem karwanên koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigere cih û warên xwe.

Berdevkê Komîta koçberkiriyên Serê Kaniyê Memûd Cemîl ji Welat TV re da zanîn ku sibe, roja Duşemê, biryar e ku yekem karwanê koçberkiriyan vegere Serê Kaniyê.

Diyar kir ku her malbatek koçberkirî vegere dê 2 hezar dolarên Emerîkî werbigire.

Duh bi dehan ji malbatên koçberkiriyên Serê Kaniyê xwepêşandanek li pêşiya avahiya parêzgeha Hesekê li dar xist, û daxwaza vegereke ewleh, peydakirina ewlehî û aramiyê li bajêr û gundên deverê, rakirina mayînan û qerbokirina koçberkiriyan ji bo karibin vegerin, kiribû.