Nirxê mirîşkan li Til Temrê giran bûye

Nirxê mirîşkan li Til Temrê giran bûye

Welat TV - Hewlêr

Nirxê kîloya mirîşkan li Til Temrê gihiştiye nêzîkî 50 lîreyên Sûrî.

Îro li bazara Til Temrê nirxê kîloya mirîşkan bi 45 Lîreyên Sûrî tê firotin wate bi derdora 3.5 dolarên Emerîkî.

Li gorî jêderên xwecihî, rawestandina hawirdekirina mirîşkan û nebûna berhema xwecihî, her weha derketina krîza di guhertina pereyên kevin û nû de hiştiye ku nirx bi awayekî berçav bilind bibin.

Li gorî xelkê deverê, ne tenê nirxê mirîşkan, lê nirxên piraniya kelûpelên sereke yên jiyana rojane li Til Temr û Zirganê bilind in, û ne li gorî karînên welatiyan in taybet ku dever beriya niha eneya şer bû, û tu berhemên xwecihî û kar lê nemane her weha pêdiviya wê bi alîkarî û guhpêdaneke zêde heye.