Amadekariyên vegera koçberkiriyên Serê Kaniyê tên kirin

Amadekariyên vegera koçberkiriyên Serê Kaniyê tên kirin

Welat TV - Hewlêr

Yekem grûpa koçberkiriyên Serê Kaniyê sibe berev warê xwe bi rê dikeve û îro amadekarî ji bo wê yekê tên kirin.

Li kampa Waşûkanî ya derbiderên Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê bi dehan otombîl kom bûne ji bo barkirina kelûpelên koçberkiriyên ku sibe vedigerin warê xwe.

Her weha li deverên din ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê navên koçberkiriyên Serê Kaniyê tên tomarkirin ji bo vegerê.

Li gorî Komîta koçberkriyên Serê Kaniyê, her malbateke koçberkirî ku dixwaze vegere warê xwe, dê 2 hezar dolarên Emerîkî werbigire.

Ev demeke kar tê kirin ji bo vegereke ewleh ji koçberkiriyên Serê Kanyê re, û proseya pûçkirina paşmayên şer vegera wan dereng xist.