Hesekê.. Şandeke Hikûmî li gel xelkê gundewarê Til Temirê mîkanîzmên vegerê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Hikûmî li gel xelkê gundewarê rojavayê Til Temirê mîkanîzmên vegera wan bo gundên wan gotûbêj kirin.
Li avahiya parêzgeha Hesekê, Şandeke ku ji berpirsê ewlehiya navxwe Merwan Elî, Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî û Endamê Encûmena Gel Ibrahîm Elî pêk dihat, li gel xelkê gundên Tewîla, Til Leben, Um El-Xêr û Gozeliyê yên gundewarê Til Temirê civiya.
Li gorî Rêveberiya Ragihandina Hesekê, di civînê de mîkanîzmên vegera xelkê bo gundên wan, û rêkarên rakirina mayîn û paşmayên şer da ku bikarin vegerin, hatin gotûbêjkirin.