410 malbatên koçberkirî yên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe

410 malbatên koçberkirî yên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe

Welat TV - Hewlêr

Piştî 7 salan ji koçberkirinê, yekem karwanên koçberkiriyên Serê Kaniyê ji gundewarê Hesekê berev cih û warê xwe bi rê ket.

Karwan 410 malbatan li xwe digire, biryar bû bêtirî 600 malbatî di vî karwanê de vegerin, lê ji ber ku ne amade bûn vegera xwe bo karwanekî din paş xist.

Li gorî Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê, her 7 roj yan 10 rojan dê karwanek hebe, û ew pêşbîn dikin ku di heyama 2 mehan de hemû koçberkirî vegerin cih û warê xwe li Serê Kaniyê.

Komîta koçberkriyên Serê Kaniyê ji Welat TV re dabû zanîn her malbateke koçberkirî ku dixwaze vegere warê xwe, dê 2 hezar dolarên Emerîkî werbigire.