Hejmarek malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê rastî êrîşan hatin
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek malbatên Serê Kaniyê yên ku vegeriyane warê xwe rastî êrîşan hatin û ziyanên madî gihiştin wan.
Îro dema ku koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigeriyan warê xwe, hejmarek kes êrîşî otombîlên veguhestina koçberkiriyan kir.
Li gorî vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, ew otombîl hatin şikandin û rastî ziyanan hatine lê behsa ziyanên canî nehatiye kirin.
Jêderên xwecihî da zanîn: Hawirdeyên ku li Serê Kaniyê dimînin êrîşî hejmarek malbatên koçberkiriyên vegeriyayî kiriye.
Îro, piştî 7 salan ji koçberkirinê, yekem karwanên koçberkiriyên Serê Kaniyê ji gundewarê Hesekê berev warê xwe bi rê ket, karwanê vegerê 410 malbatan li xwe giritin.