Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê: Şam berpirs e di ber parastina xelkê vegeriyayî de
Welat TV - Hewlêr
Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê daxuyaniyek derbarê êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê belav kir û banga parastina xelkê kir.
Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê da zanîn: Aliyên peywendîdar li Şamê di nav de tîma serokatiya Sûriyê, aliyên ewlehî li Serê Kaniyê û rêveberiya deverê ya ku rêkeftina 29ê Çileyê a girêdayî doza vegerandina koçberkiriyan bin pê kiriye, berpirs in di ber kontirolkirina rewşa ewlehî, parastina xelkê û girtina êrîşkeran de.
Daxuyaniyê diyar kir ku komîte di peywendiyê de ye li gel aliyên peywendîdar ji bo şopandina pêşhatan û parastina kesên vegeriyayî.
Ev daxuyanî tê piştî êrîşên li ser hejmarek malbatên Serê Kanaiyê ku îro vegeriyane warê xwe.
►Her weha bixwîne.. Hejmarek malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê rastî êrîşan hatin