Xelkê Qamişlo û Hesekê xwepêşandan li dijê êrîşên ser xelkê Serê Kaniyê li dar xistin
Welat TV - Hewlêr
Xelkê Qamişlo û Hesekê xwepêşandan li dijî êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê li dar xistin.
Îro bi dehan welatî li bajarê Qamişlo kom bûn û êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê red kirin.
Her weha welatiyan banga parastina xelkê vegeriyayî Serê Kaniyê ji êrîşan kir.
Li Hesekê jî xwepêşandanek hate lidarxistin, tê de welatiyan êrîşên ser xelkê vegeriyayî Serê Kaniyê red kirin.
Her weha xwepêşanderan agir bi tekeran xist û yek ji rêyên sereke li bajêr girt.
►Her weha bixwîne.. Hejmarek malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê rastî êrîşan hatin