Mezlûm Ebdî êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê şermezar kirin

Mezlûm Ebdî êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê şermezar kirin

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSDê êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê şermezar kirin û diyar kir ku kar tê kirin ji bo sizadana êrîşkeran.

Mezlûm Ebdî îro di daxuyaniyekê de li ser tor civakî ”X” da zanîn ku ew êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê şermezar dikin.

Ebdî got ku ew li karvedanên bihêrs derbarê wan êrîşan li kolana Kurdî têdigihin lê di heman demê de ji xelkê dixwazin ku xwe bigirin û bi karên nebepirsyarane ranebin û dezgehên sivîl û ewlehî biparêzin.

Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew bi hemahingî li gel aliyên peywendîdar kar dikin ji bo parastina sivîlên koçberkirî yên vegeryayî û sizadana êrîşkeran.

►Her weha bixwîne.. Xelkê Qamişlo û Hesekê xwepêşandan li dijê êrîşên ser xelkê Serê Kaniyê li dar xistin