Aramî vegeriya bajarê Kobaniyê

Aramî vegeriya bajarê Kobaniyê

Welat TV - Hewlêr

Aramî vegeriya bajarê Kobaniyê piştî xwepêşandan û girjiyên şeva bûrî û qedexeya çûnûhatinê bi dawî bû.

Duh êvarê, xwepêşandanên mezin li Kobaniyê û hejmarek deverên din ên Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşên ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê hatin lidarxistin û girjî çêbûn.

Ewlehiya navxwe ya Helebê hêzeke mezin şande Kobaniyê û qedexeya çûnûhatinê derengiya şeva bûrî li bajêr ragihand.

Ewlehiya navxwe îro jî di daxuyaniyekê de da zanîn ku di encama bûyerên duh de, 19 endamên wê birîndar bûne, û 7 kes ji encamderên êrîşan ser saziyên hikûmetê jî hatine girtin.

Daxuyaniyê her weha diyar kir ku operasyonên ewlehiya navxwe li Kobaniyê bi dawî bûn û rewş li bajêr bi temamî hatiye kontirolkirin û qedexeya çûnûhatinê hate bidawîkirin.