ENKS: Em banga lêkolîneke zelal derbarê êrîşên ser xelkê Serê Kaniyê dikin

ENKS: Em banga lêkolîneke zelal derbarê êrîşên ser xelkê Serê Kaniyê dikin
ENKS: Em banga lêkolîneke zelal derbarê êrîşên ser xelkê Serê Kaniyê dikin

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî êrîşên li ser malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê şermezar kirin û banga vekirina lêkolînekê kir.

ENKS di daxuyaniyekê de got ku karwanê yekem yê vegera koçberkiriyan bo Serê Kaniyê rastî êrîşan ji aliyê niştecîne ne resen ve hat û di encamê de birîndar û ziyanên madî hebûn.

Got jî ku ew bi tundî van kiryariyên ku gefê li aştiya civakî dikin şermezar dike.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn ku ew aliyên pêwendîdar yên Hikûmeta Sûriyê, berpirsê parastina kesên vegeriyayî dibînin.

Her weha banga vekirina lêkolîneke zelal derbarê van êrîşan û sizadana tevaya encamderan kir.

ENKS banga temamkirina vegera xelkê Serê Kaniyê bo bajarê wan kir û got ku vegera koçberkiriyan mafekî sereke ye û giring e ji bo pêkanîna lihevkirina niştîmanî û çespandina aramiyê li Sûriyê.