Urdin.. Civîneke leşkerî ya herêmî bi beşdariya Wezreta Pêşmerge hate lidarxistin

Urdin.. Civîneke leşkerî ya herêmî bi beşdariya Wezreta Pêşmerge hate lidarxistin

Welat TV - Hewlêr

Civîneke leşkerî ya herêmî bi beşdariya şandekê ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li Urdinê bi rê ve çû, tê de kontirolkirina sînorên hate gotûbêjkirin.

Îro li Emanê paytexta Urdinê civîneke leşkerî ya herêmî hate lidarxistin, tê de Wezîrê Pêşmerge û serokerkanên artêşên Sûriyê, Urdin û Iraqê beşdar bûn.

Di civînê de, tekezî li ser giringiya hevkarî û hemahingiya leşkerî û ewlehî hate kirin di çarçoveya pêşhatên li deverê de.

Her weha çawaniya bihêzkirina mîkanîzmên peywendî û bihevguhertina ezmûnên leşkerî hate gotûbêjkirin ji bo kontirolkirina sînorên hevbeş, rûbirûbûna gefên ewlehî û parastina serweriya welatên deverê.

Di çarçoveya civînê de, serokerkanê artêşa Urdinê bi fermandarê fermandariya hêzên navendî yên Emerîka (CENTCOM) Brad Cooper re civiya û pêşhatên ewlehî li deverê hatin gotûbêjkirin.