Komîserê Bilind ê UNê û parêzgarê Helebê vegera koçberkirî û derbideran gotûbêj kir

Komîserê Bilind ê UNê û parêzgarê Helebê vegera koçberkirî û derbideran gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Komîserê Bilind ê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih û parêzgarê Helebê Ezam Xerîb vegera koçberkirî û derbideran bo warê xwe gotûbêj kir.

Parêzgeha Helebê di daxuyaniyekê de ragihand ku Ezam Xerîb û Berhem Salih civiyan û hejmarek doseyên mirovî gotûbêj kirin.

Daxuyaniyê diyar kir ku vegera koçberkirî û derbideran bo warê xwe, karê ji bo girtina kampan û zêdekirina piştgiriya kartên xwendin û tendirustiyê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her weha mîkanîzmên hevkarî û hemahingiyên di navbera parêzgehê û Netewên Yekgirtî de hatin gotûbêjkirin ji bo başkirina bersivdana mirovî.

8ê vê mehê Salih gihişt Sûriyê, 10ê mehê li gel serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ civiya û piştre serdana kampên derbideran li Idlibê kir.