Bi hezarên masiyan li bendava Borzê ya Dêrikê mirine: "Sedem ne diyar in"

Bi hezarên masiyan li bendava Borzê ya Dêrikê mirine:
Bendava Borzê - Dêrik

Welat TV - Hewlêr 

Li bendava Borzê ya Dêrikê karesateke jîngehî çêbûye ku bi hezarên masiyan mirine, û ta niha sedem ne diyar in, xelk û masîgir ji ber vê yekê bi gilî û gazinin.

Macid Hosta endamekî rêveberiya komeleya nêçîra bejayî û deryayî ya li Dêrikê ye ji Welat TV re got, sedemên mirina masiyan ne diyar in û me dengê xwe gihandiye aliyên peywendîdar da ku çareyeke bilez ji vê karesatê re were dîtin û derbasî bendavên din jî yên deverê nebe û ziyan dernekevin.

*Zanyariyên li ser bendavê

Bendava Borzê nêzîkî 2 kîlometran dûrî bajarê Dêrikê ye. Sala 1983yan hatiye avakirin, dirêjahiya wê digihe 1532 metran û bilindahî 17 metr, dikare ta 6 milyon metrên sêcarî avê kom bike. Bi 10 hezarên hektarên zeviyên çandiniyê jê têne avdan, her weha sûdeke mezin ji samana masiyan jî jê tê wergirtin.

*Bangên dîtina çareseriyekê

Îsal bi barîna barana zêde û rabûna lehiyan re, ava bendava Borzê bilind bû û bandoreke erênî li belavbûna masiyan jî kir, hêviyeke mezin li cem masîgir û xelkê deverê çêbû, lê derketina vê karesatê hêvî nehiştin û bangên dîtina çareseriyekê di zûtirîn dem de bilind kirin.